• Monday, 17 June 2024
logo

Îro salvegera wefata Ahmet Kaya ye

Gulan Media November 17, 2012 Hunerî
Îro salvegera wefata Ahmet Kaya ye
Stranbêjê Kurd Ahmet Kaya, tam 12 sala berê, di 16ê Mijdara 2000 î de, li Parîsê jiyana xwe ji dest dabû. Di salvegera xatir xwestina Ahmet Kaya de belgefîlma rojnamevan Umît Kivanç em pêşkêşî we dikin.

Stranbêjê Kurd Ahmet Kaya, îro li gellek deran, di salvegera wefata xwe de tê bibîranîn. Ahmet Kaya, çima ku di merasîma xelat belavkirina Komeleya Rojnamevanên Magazînê a sala 1999 an de, dema xelat wergirtibû, hestên xwe anîbûn ziman û gotibû, "Ji ber ku ez hunermendekî Kurd im, ez ê straneke bi Kurdî bistrêm û klîbekê bikişînim," ji aliyê nijadperestan ve hatibû lînçkirin. Di rojên piştî vê bûyerê, di çapemeniya Tirkiyê de kampanyayên reşkirina Ahmet Kaya hatibûn destpêkirin. Di derbarê Kaya de doz hate vekirin.

Ahmet Kaya mecbûr ma ku welêt terk bike. Kaya, bi hesreta welêt, li Parîsê di 16ê Mijdara 2000 î de, ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.

Avestakurd
Top