• Saturday, 18 May 2024
logo

Grûbeke Kurdî beşdarî konferansa Newroza Tacekîstanê dibe

Grûbeke Kurdî beşdarî konferansa Newroza Tacekîstanê dibe
Serokê Desteya Werzêşî ya Gundên Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Hadî Kazmî ragihand ku grûbeke ferhengî-werzêşî ya parêzgeha Sine beşdarî konferansa navneteweyî ya Newrozê ya li Tacekîstanê dibe.

Li gor gotina Kazimî, ew grûb ji 10 werzêşvan, 2 mûzîkjen, gelek serpereşt û nûnerên rêveberiyên werzêş û ciwanên parêzgeha Sine pêkhatiye.

Ew grûb wê yarî û leyîstokên cûrbecûr, govend û kevneşopiyên kevin ên Kurdewarî di konferansa navneteweyî ya Tacekîstanê de pêşkêş bikin.

Duh konferansa navneteweyî ya Newrozê bi beşdariya 21 welatên cîhanê, gelek rêxistinên navneteweyî û navxweyî li Koçka Saman a bajarê Dûşenbe yê Tacekîstanê hat saz kirin.

Nûnerê Herêma Kurdistanê û İraqa federal ji bo wê konferansê nehatibûn vexwendin. Tenê ew grûba rojhilatê Kurdistanê beşdarî wê konferansê bû û bi nûnertiya desteya werzêş û ferhengî ya Îranê beşdarî wê konferansê dibin.

Li sala 2009’an Newroz ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî boneyekî navneteweyî hat naskirin. Her sal li welatekê salvegera Newrozê tê pîroz kirin.

Rudaw
Top