• Saturday, 18 May 2024
logo

Tabularasa edebiyata cîhanê bi kurdî radigihîne

Tabularasa edebiyata cîhanê bi kurdî radigihîne
Kovara edebî ya wergerê Tabularasa li Stenbolê dest bi weşanê kir û hejmara xwe ya yekem derxist. Tabularasa berhemeke ‘Flîtto Weşanê’ ye û wê ji du mehan carekê ji edebiyata cîhanê tekstên edebî wergerîne zimanê kurdî û pêşkêşî edebiyathezan bike.

Flîtto Weşan ji bo hejmara yekem a kovarê merema xwe bi van hevokan aniye ziman: “Li dora salên 2000î nifşeke nivîskaran bi saya weşanên kurdî gihîştin. Vî nifşê dilsoz gava ku ji bo weşanên kurdî dinivîsîn û dixebitîn, her wiha heman weşanan ji bo xwe wekî dibistan jî qebûl dikirin. Ligel bi kurdî dinivîsîn, pê re ji wêjeya cîhanê jî, her celeb nivîs werdigerandin zimanê kurdî. Wêjeya ji wergera cîhanê, fikreke tevgera wergerê derxist holê. Baweriyek peyda bû ku pêwîst e klasîkên cîhanê bêne wergerandin û em Kurd karibin klasîkan bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin. Bes ji ber bêderfetiyê, ew tevger wê çaxê pêk nehat, an jî xebatên hatin kirin qels û lawaz man. Ji ber vê sedemê kovareke wergerê wekî pêdivîyekê derkete pêşiya me û Tabûlarasa ji bo wergeran ji zimanê biyanî bike kurdî kemilî.”

Di hejmara yekem a Tabularasyê de xwendevan dikarin van berheman bixwînin: Ji D. H. Lawrence Adolf, ji Fuad Kehil Yê Ku Li Bend û Lelên Xwe Mêze Dikir, Ji Îvan Bûnîn Ciwanî û Kalî, ji Jacob Grimm-Wilhelm Grimm Hollê Xanim, ji Lisa Appignanesi Dilê Simone de Beauvoirê, Ji Octavio Paz Kevirê Tavê, ji Roald Dahl Mekîna Deng û ji Tezer Ozlu Rêwîtiya Serê Dawiya Jiyanê.

Edîtor û amadekarê Tabularasayê A. Rahman Çelîk, li avahiya kovarê ya li Taksîma Stenbolê ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku armanca wan a sereke wergera cîhanê ji bo kurdî ye û daxwaza wan a bingehîn ew e ku wêjeya cîhanê bi bi kurdan bidin naskirin. Çelîk tevî ku bi ronahîdîtinê kêfxweş e, her wiha bi gilî û gazinc e jî: “Divê kurd wêjeya cîhanê bi zimanê xwe bixwînin. Lê bi awayeke giştî astengî hene. Astengiya mezin aborî ye. Astengiya duyem sîstema belavkirinê ye. Her wiha kurd zêde bi wergerê ne têkildar in. Nivîskarên kurd jî kêm werdigerînin. Armanceke Tabularasayê jî ew e ku wan kesan kanalîzeyî wergerandinê bike.”

Edîtorê Tabularasayê diyar dike ku kovar rastî eleqeyeke baş hatiye û heta niha ji bo gellek deverên welêt hatiye şandin. Şayanê gotinê ye ku Flîtto Weşan bi derfetên xwe yên kêm hewl dide kovarê bigihîne ber destê xwendevanan. Me ji Çelîk pirsî; “Çima Tabularasa, çi ye Tabularasa?” Bersiva wî wiha bû: “Di Serdema Navîn de, li Ewropayê şagirtan bi hesineke sertûj li ser lewheyeke ser wê şimakirî dinivîsandin. Piştî lewhe bi nivîsê dihate dagirtin û nikaribûn binivîsin, şimaya li ser rast dikirin ku dîsa karibin li ser binivîsin. Ji wê lewheya şima ku li ser dihate rastkirin Tabula Rasa tê gotin. Tabula Rasa peyveke latînî ye û tê wateya Lewheya Vala.”

Rudaw
Top