• Saturday, 18 May 2024
logo

fîlma ‘Derwsêy kurd im’ li Fransa dihê pêşandan

fîlma ‘Derwsêy kurd im’ li Fransa dihê pêşandan
Biryar e, roja duşema dahatî fîlma dîkomenterî “Derwsêy kurd im” li Fransayê dihê pêşandan.

Li gor malpera “Sînema Odessa” ew fîlm ji nivîsîn û derhênana Lewis Miranda ye, bas û çêra mêjû û cografiya Kurdistanê dike. Dîmenên fîlmê amajeyê bi koçberiya bi milyonan kurdên Tirkiyeyê dikin piştî şerê cîhanê ku bi şêweyekî neyasayî berê xwe dane Ewropa.

Fîlm bas li gihiştina jineke kurd bi navê Meryem bo Alsace ya li Fransayê dike ku piştî 25 salan vedigere Kurdistanê û di ahengeke cejna Newrozê de hazir dibe.

Dîmenên fîlmê bi rêya rûxistina jiyana Meryem bijêw û jiyana kurdan li wê herêmê bi giştî pêşan dide.

Aknews
Top