• Saturday, 18 May 2024
logo

Yekemîn festîvala fîlmên dirêj li Enbarê dest pê kir

Gulan Media February 21, 2012 Hunerî
Yekemîn festîvala fîlmên dirêj li Enbarê dest pê kir
Mala Rewşenbîrî ya Enbarê, duhî, yekemîn festîvala belgefîlmên dirêj bi beşdariya 41 fîlman ji 5 parêzgehên Iraqê saz kir.


Cîgirê Birêveber Mala Rewşenbîrî ya Enbarê Îmad Şakir ji AKnewsê re daxuyand ku di festîvalê de parêzgehên Bexda, Enbar, Mûsil, Selahedîn û Kerbela bi 41 belgefîlman beşdar in.

Şakir amaje kir ku ev yekemîn festîvale ku li parêzgeha Enbarê ji bo belgefîlmên dirêj tê sazkirin.

Şakir ronî kir ku hejmarek ji hunermendên Iraqê di festîvalê de beşdar in û di fîlmên xwe de behsa dîroka Iraqê, bûyeran, çiyayên Kurduistanê û sulavên wê û dab û nerîtên li Besra û Kerbelayê jî dikin.

Şakir bal kişand ku dema her fîlmekî festîvalê ji 40 heta 50 deqe ye. Fîlmên di festîvala Enbarê de beşdarin dê beşdariya festîvala “Eyin Bexda” jî bikin ku biryar e di destpêka meha bê de bête encamdan.

AKnews
Top