• Saturday, 18 May 2024
logo

Dengbêjê herêma Efrînê Elî Tico wefat kir

Gulan Media February 18, 2012 Hunerî
Dengbêjê herêma Efrînê Elî Tico wefat kir
Elî Tico li rojavayê Kurdistanê dengbêjekî navdar bû. Wî hevaltiya Eyşe Şanê û Cemîl Horo kiribû...

Ew ji herêma Efrînê bû, bi deng û tembûra xwe naskirî bû, dihate hezkirin.

Navê wî yê rastî Mihemed Elî Mihemed Elo bû, lê bi navê Elî Tico dihate naskirin, her wiha ew weke Bavê Elî jî nasdar bû.

Ew roja 16.02.2012 di 82 saliya xwe de di seet 19.30 çû ser dilovaniya xwe.

Ew di sala 1930 de li gundekî ser bi navçeya Bilbilê ve li Hesen Dêrlî ji dayîk bûbû.

Avestakurd
Top