• Saturday, 18 May 2024
logo

Havîn berhemekê bi zaravê Soranî tomar dike

Gulan Media February 15, 2012 Hunerî
Havîn berhemekê bi zaravê Soranî tomar dike
Stranbêja ji bakurê Kurdistanê, Havîn, ku ji ber beşdariya wî di çend programên kanala Korek û Kanal 4 de bêtir hat naskirin, niha amadekariyên ji bo tomarkirina berhemekê bi zarava Soranî dik.

Havîn di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Ez albûmeke stranan amade dikim û tevahiya karên wê xilas bûne, îşalla di demeke nêzîk de belav dikim.”

Havîn diyar kir ku piştî vê albûmê, berhemekê bi zaravê Soranî tomar dike: “Ji ber ku ez dizanim çiqasî têm hezkirin li cem xelkên başûrê Kurdistanê û soranîaxêvan.”
Top