• Saturday, 18 May 2024
logo

Bilind Îbrahîm Stranên hunermendên navdar dibêje

Gulan Media February 14, 2012 Hunerî
Bilind Îbrahîm Stranên hunermendên navdar dibêje
Hunermendê kurd Bilind Îbrahîm stranên hunermendên navdar ên kurd wek Mihemed Şêxo, Tehsîn Teha, Eyaz Yûsif û Erdewan Zaxoyî di alboma xwe ya nû de dibêje.

Bilind Îbrahîm di vê derbarê de ji AKnewsê re daxuyand, “Alboma min a nû bi navê Dil Venebû ye û ji 15 stranan pêk tê û bi tenê bi amûrên ûd û derbekê li stodyoa A Muzîk hatine tomarkirin, kompaniya VIN Prodection jî berhemhênana wê kiriye.”

Îbrahîm aşkere kir ku ew ê 2 stranên alboma xwe ya nû bike kilîp û albom jî dê di meha bê de li seranserê Kurdistanê bête belavkirin.

Berpirsê kompaniya VIN Prodection Rêbîn Şukrî ji AKnewsê re got, “Di demeke nêzîk de wêne û dîzayna alboma hunermend Bilind Îbrahîm dê bête amadekirin, berî belavkirina albomê jî strana Peşîmanî wek reklam dê di nav kilîpekê de bê weşadnin.”

AKnews
Top