• Saturday, 18 May 2024
logo

Bilind, Karwan û Hesen bo Wanê distirên

Gulan Media November 3, 2011 Hunerî
Bilind, Karwan û Hesen bo Wanê distirên
Sê hunermendên naskirî li Dihokê konserekê saz dikin û wê qezenca konserê ji bo mexdûrên erdhejê radestî şaredariya Wanê bê kirin.

Kanala asmanî ya Vîn Tv sibe bi dirûşmeya ‘Dihok Wane, yek xak û yek zimane, yek xem û yek kovan e’ li salona Mihemed Arifê Cizîrê konserekê ji mexdûrên erdheja Wanê re saz dike. Hunermendên wekî; Bilind Îbrahîm, Karwan Kamil û Hesen Şerîf berhemên xwe pêşkêş dikin.

Berpirsê Vin Production a Hunerî û Amadekarê wê Şahiyê Rêbîn Şûkrî ji Rûdawê re got: “Wekî erkek nîştîmanî rêveberê Vîn Tv ligel Grûba Dewletbûnê vê konserê saz dike. Piştre jî wê qezenca vê şahiyê pêşkêşî mexdûrên erdheja Wanê bikin. Hunermendan jî bi keyfxweşî amadebûna xwe ji bo wê konserê anîn ziman.”

Bilêda wê şahiyê bi 20 hezar dînaran tê firotin. Di nava ahengê de jî wê sindoqa arîkariyê bê danîn. Piştre jî wê her kesê beşdarî konserê bibe, li gor karîna xwe arîkariyê ji xelkê Wanê re bêxe nav sindoqa arîkariyê de.

Rêbîn Şûkrî wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Niha gelek bilêd hatine firotin û tê çaverê kirin ku qezanca konserê 20 milyon dînar derbas bike. Piştre jî emê rasterast rewaneyî şaredariya Wanê bikin, ji bo li ser mexdûran bê parvekirin.”
Top