• Saturday, 18 May 2024
logo

Rapirsî: Televzîyona Zagros ji televîzyonên din zêdetir tê temaşekirin

Gulan Media October 15, 2011 Hunerî
Rapirsî: Televzîyona Zagros ji televîzyonên din zêdetir tê temaşekirin
Li gorî encamên rapirsiyeke saziya Asûde ya derbarê rêjeya bînerên televîzyonên asmanî li Herêma Kurdistanê, herî zêde xelkê herêmê televîzyona Zagorsê temaşe dikin.

Berpirsî saziya Asûde Sîrwan Gerdî, îro li hotela Çarçira ya bajarê Hewlêrê, encamên rapirsiya derbarê rêjeya bînerên televîzyonên asmanî li Kurdistanê aşkere kir.

Li gorî encamên hatin ragihand, di rapirsiyê de, ku hezar û 936 kes tê de beşdar bûne û ji sedî 65 mêr û ji sedî 35 jî jin bûne, rêjeya herî zêde ya bîneran a televîzyona Zagrosê ye ku ji sedî 22 e, dû Zagrosê, televzîyona Naliya (NRT) tê ku ji sedî 17.9ê xelkê temaşe dikin, Kurdsat bi rêjeya ji sedî 17, Kurdistan TV bi rêjeya ji sedî 16 di rêzên 2,3,4 de tên.

Her wiha, KNN, Peyam û Speda jî li pey wan tên.

Di bersiva pirsa “baweriya te bi bernameyên kîjan televîzyonê heye” de, ji sedî 25ê beşdarvanan, Kurdistan TVê hilbijartine, ji sedî 20 NRT, ji sedî 18 jî Gelî Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Li gorî encamên rapirsiyê, di warê bernameyên ayînî de, televîzyona Speda rêjeya ji sedî 38 di rêza yekê de cî girtiye, piştre Peyam ji sedî 30 û dû wê re jî Zagros ji sedî 28 tê.

Beriya niha jî, di rapirsiyekê de, televîzyona NRT li ser astê Herêma Kurdistanê yekem hatibû.

AKnews
Top