• Saturday, 18 May 2024
logo

Alboma “xatûn” a Ednan Kerîm tê belavkirin

Gulan Media October 10, 2011 Hunerî
Alboma “xatûn” a Ednan Kerîm tê belavkirin
Xatûn, alboma herî nû ya stranan a Ednan Kerîm e ku tê de Ebdila Peşîw e helbestên stranan dixwîne û biryare di vê heftiyê de bê belavkirin.

Karê muzîk û parvekirina muzîkê ji hêla Hoşeng Kamkar û Koma Kamkar ve pêk hatine û stranên albomê bi dengê hunermendê navdar Ednan Kerîm û Seba Kamkar ve tên gotin.

Ednan Kerîm di vê derbaê de ji AKnewsê re ragihand, “Alboma min ya nû qediyaye û di vê heftiyê dê bê belavkirin, mamoste Ebdila Peşîw helbestên stranan nivîsandine, Koma Kamka karên hunerî, teknîkî û awazên wê li Tehranê pêk anîne, mamoste Hoşeng Kamkar jî awaz bi awayê orkêstrayê ji bo stranan danîne û stran bi dengê min û Seba Kamkar hatine gotin.”

Berî niha, Ednan Kerîm di kongireke rojnamegeriyê de ragihandibû ku rolekî Ebdila Peşîw yê kartêker di albomê de heye û di destpêka albomê de bi dengê xwe her 7 heblestên stranan dibêje.

Ednan Kerîm di sala 1963yan de li bajarê Kerkûkê hatiye dinê, derçûyê beşa şêwekariyê ya Peymangeha Hunerên Ciwan a Silêmaniyê ye, heta niha, jibilî wê alboma nû, xwediyê 9 albomên stranane.
(AKnews)
Top