• Monday, 22 July 2024
logo

Fîlmê ‘Oxir be Bexda’ diçe Oscarê

Gulan Media December 25, 2010 Hunerî
Fîlmê ‘Oxir be Bexda’ diçe Oscarê
Fîlmê derhênerê Îranî Mihdî Nadirî “Oxir be Bexda” dê nûnertiya Îranê bike di xelatên Oscarê de.

Li gor malpera fermî ya derhênerê îranî gotiye ku fîlmê wî ji nav fîlmên îranî hatiye hilbijartin ta ku bête şandin bo Akademiya Zanist û Hunerên Sînema ji bo beşdarîkirinê di xelatên Oscarê de.

Fîlmê “Oxir be Bexda” li ser şerê Iraqê ye, dê têkeve nav 64 fîlmên rikeberiyê li ser xelata Oscarê ya fîlmên biyanî bike.

Hêjayî gotinê ye ku derhênerê îranî Mihdî Nadirî destpêka sala 2010ê fîlmê xwe Oxir be Bexda bi dawî hêna û ji gelek aliyên sînemayê ve hate pesindan.
Top