• Sunday, 05 May 2024
logo

Xelatên Pêşbirka Fîlmên Kurdî “Yilmaz Guney” hatin dabeşkirin

Gulan Media November 16, 2010 Hunerî
Xelatên Pêşbirka Fîlmên Kurdî “Yilmaz Guney” hatin dabeşkirin
Xelatên 1'emîn Pêşbirka Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney hatin dabeşkirin. Di Pêşbirkê de Fîlmê bi navê “Deng” bû yekem, fîlmê bi navê “Bîsîklet” bû duyem û fîlmê bi navê “Dîcle” jî bû sêyem.

Li gor Malpera Şaredariya Batmanê, Xelatên 1'emîn Pêşbirka Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney ku ji aliyê Şaredariya Batmanê ve hate sazkirin û 3 rojan dom kir, li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney hatin dabeşkirin.

Destpêkê navê fîlmên herî baş yên kurdî yên kurt hatin aşkerekirin. Fîlmê bi navê Deng ya derhêner Fîlîz Işik Bûlût bû yekem ku tê de qala jiyana kesên dikevin zîndanê û têkiliya wan a bi derve re, tê kirin.

Fîlmê bi navê “Bîsîklet” jî bû fîlmê duyê ku derhênerê wê Serhat Karaalan e. Xelata fîlmê sêyê jî dan fîlmê bi navê “Dîcle” ya dernêner Seren Gel.

Xelata Taybet a Jûriyê jî dan fîlmê bi navê Cheese ya derhêner Hûseyîn Tabak ku niha li Awistiryayê niştecih e. (AKnews)
Top