• Monday, 06 May 2024
logo

Rengê Stenbolê yên cuda bû fîlim

Gulan Media October 2, 2010 Hunerî
Rengê Stenbolê yên cuda bû fîlim
Derhênerê Kurd Yuksel Yavuz, piştî belgefilma ‘Close Up Kurdistan’ niha jî jiyana gelên li Stenbolê dijîn, tîne ser perdeya spî. Yavuz bi dîmen û awazên muzîka Roman, Cihû, Rûm, Ermen û Kurdan, dîroka van gelên li Stenbolê dijîn, nîşanê temeşevanan dide û nijarperestiya li hemberî van rexne dike.

Fîlmê Yavuz ê bi navê “Sehnsucht nach İstanbul” (Hesreta Stenbolê) di roja 30’ê Îlonê di saet 21:50’an de di televîzyona Alman û Fransizî ART’ê dê tê nîşandan. Yavuz, armanca kişandina filmê xwe wiha tîne ziman: “Îro ev rengan li Stenbolê hindik mane. Roj bi roj berbî çilmisîbunê ve diçin. Ew demek gûl û çîçekên Stenbolên bûn, le îro di binî zor û zehmetiyan de dijîn. Min jî xwest ez balê bikişînim ser vê mijarê.” Em jî, li ser fîlmê wî yê nû bi derhêner Yuksel Yavuz re axivîn…

Hûn weke karkerekî hatin Almanyayê. Sînema ji ku derket? We biryara sînemayê kengê girt?

Gava ez hatim Almanya gelek cîwan bum. Wê demê zarokê birayê min ê piçuk hate dinyayê. Ev zarok di malbata me de nifşa 3. temsîl dikir. Min, gava li wî dinêrî zarokatiya min û hatina min a Almanya dihat bîra min. Min jî wê deme biryar da ku ez di şexsê vî zarokî de fîlmê malbata xwe bikişînim. Pîştre di şexsê malbata xwe de min fîlmên gelê xwe kişand. Têkiliya min bi sînêmayê re wiha destpêkir.
Di hemû fîlmên we de bandora belgefîlman heye. Ji bo çi?

Li gor min, belgefilm perçeyekî rastiyê ne. Ez di hemû fîlmên xwe de, jî dixwazim rasyonel bim. Ked û hewldana min hertim ji bo rastiyê ye.


Em hinek behsa fîlma we ya nû bikin. Piştî ‘Close Up Kurdistan’ ev projeya belgefîlma gelên li Stenbolê dijin çawa derket holê?

Îsal Stenbol, yek ji paytextên çandê yê Ewrûpayê ye. Bi vê mabestê di derbarê gel û çandên Stenbolê yên cûrbecûr de gelek berhem tên amadekirin. Min jî xwast ku di derheqê van çand û rengên Stenbolê de fîlmêk çêbikim. Li vî bajarî rengê cûda çawa dijîn, rewşa wan çî ye? Di vî fîlmê de armanca min ew bû ku li Stenbolê gelên din bi Tirkan re çawa dijîn? Nerîna Tirkan li hemberî wan çî ye? Min ev mijaran jî bi rêya muzîka wan gelan nîşan da.

Ferqa Tirkên li Stenbolê dijîn û gelên din heye yan na? Eger hebe ev çî ye…

Wek di fîlmê de jî tê nîşandin, Rûm, îro winda bûne. Pir kêm in. Lê beriya sed salan behsa 180 hezar Rûm dihat kirin. We gavê nifûsa Stenbolê mîlyonek bû. Ev jî tê wê wateyê ku ji 5 kesan yek Rûm bû. Lê îro, nifûsa Stenbolê 15 mîlyon e. Hejmara Rûman jî 2 hezar e. Cihû jî, 500 sal berê hatin Stenbolê, hejmara wan jî îro gelek kêm e û di bin tirsek mezin de dijîn. Gelê Ermen jî wisa ye. Herwiha pirsgirêka Romanan heye. Behsa pêşîlêvekirina Romanan tê kirin. Lê li aliye din, taxa Sulukule vala dikin û dibêjin ‘Me ji Romanan re cih çekiriye.’ Ev cîh 50 km dûrê Stenbolê ye. Mirov dikare bêje Roman tên qewitandin. Çareseriyek tune. Ermenî jî di bin tirsê de dijîn û pirsgirêkên wan ên mezin hene. Herwiha Kurd... Ji ber şere qirêj di salên 1990’an de hatine Stenbolê. Di nav xizanîyê de dijîn. Di navbera Tirk û Kurdan de bi her awayî cudahiyên mezin hene. Bê edeletî xuya dike.

Nunerên wan gelan ji bo rewşe xwe ya li Stenbolê çi dibêjin?

Cihû, Rûm û Ermen gelek ditirsin. Dêr û sazîyên wan ên olî li cîhên veşartî ne. Di quncikan de dicivin. Ji tirsan navên xwe yê rastî vedişêrin. Rewşa Kurd û Romanan jî ne başe… Lê mirov rewşa wan gelan bi gotina jineke Ermenî, Kayus Calikan dikare bîne ziman: “Em li benda roja qewitandinê ne.”

Di nav van gelan de têkiliyek heye yan na? Çawa nêzikî hevdu dibin?

Gava “Kardeş Turkuler” konserek bide, ji hemû gelên din gelek hunermend û kesên din dicivin. Hunermendên van gelan hevdu nas dikin û kêm be jî têkiliya wan bi hevre heye. Lê li gor gelên din, tekilîya Ermen û Kurdan zedetir bi hevre heye. Ji xwe Cihû kişiyane nav civata xwe. Jî bo pirsgirêka Romanan kesên çepgir û Kurdan piştgirî dan wan, ji ber wê jî gelek ji wan polîtîze bûbûn. Dewlet piraniya Romanan li hemberî Kurdan bikartîne. Li Tarlabaşi yê car caran nevbera Roman û Kurdan da şer dertê. Lê gotinên jina Ermenî Calikan di vî warî de gelek balkêş e: “Dewlet bi zanebûn Ermeniyan û Rûman jî Tarlabaşı yê derxist. Îro jî bi destê Romanan dixwazin Kurdan derxin der.”

Tiştek bala min kişand: Bandora tekoşîna tevgera gelê Kurd li ser civakê heye. Herkes ne wek berê ye, li mafên xwe digerin. Ev jî rastîyek din e.

Bo çi muzik?

Li gor min muzîk, dîrok e, çand e, huner û ziman e. Şahî û êşên gelan di muzîkên wan de tê xuyakirin. Di fîlmê min de jî ev yek xuya ye.

Kişandina fîlmê we çiqas domand?
Me ev fîlm di nav du hefteyan da qedand. Lê montaj û karên teknîkê yên din hemû bi hev re nêzikê salek ajot.
‘Azadîya Piçuk’ û ‘Close Up Kurdistan’ li Tirkiyê di hin festîvalan de hatibûn nîşandan. Lê wê demê rastiyê gelek rexne û nerazibûnan jî hat. Ev fîlm wê li Tirkîye bê nîşandin an na?

Naxêr, ez bawer nakim. Mixabin fîlm sîstemaTirkiyê ya li hemberî van gelan rexne dike. Ji ber wê zezmete ku li Tirkiye bê nîşandan. Me ji xwe fîlm şand Festîvala Fîlm a Antalya, lê qebûl nekirin. Herwiha me fîlm şand gelek festîvalên navnetewî yên Ewrûpa û Asyayê jî.

Yuksel Yavuz kî ye?

Yavuz, di sala 1964’an de li Karakoçanê hatiye dinê. Di sala 1980’an de jî hatiye Almanya. Li vir xwendina xwe ya zanîngehê xilas kir. Di navbera salên 1992-98’an de li Akademiya Fîlm a Hamburgê perwerde dît. Di vê navberê de fîlmên wek “100 und ein Mark” û “Mein Vater, der Gastarbeiter” kişand. Ev fîlm, li Festîvala Navnetewî yan Belgefîlm a Munîhê xelat vergirt. Yavuz cara yekemîn di sala, 1998’an de fîlmê xwê yê dirêj ê bi navê “Zarokên Nîsan”ê kişand. Ev fîlm, li Berlin, San Francisco Salerno û gelek festîvalên din xelatan girt. Fîlmê bi navê “Azadîya Piçuk” jî li Cannesê hat nîşandin. “Close Up Kurdîstan” jî di Festîvala Belgefîlma Navnetewî ya Stenbolê de hatibû nîşandin û gelek deng dabû.

Jêder: Rudaw
Top