• Saturday, 27 July 2024
logo

Li dijî penceşêrê weku şervanekî şer dike

Gulan Media November 8, 2015 Corane
Li dijî penceşêrê weku şervanekî şer dike

MÛSKAT cûreyek ji cûreyên gûzan (gwîz) an e. Bi taybet ji bo derxistina ba û gaza zik û ji bo êşa zik û aşika meriv baş e. Di mûskatê de Magnezyûm zêde ye, sînîr û acizêye kêm dike. Mûskat hormona bi navê Serotîn, ku ev hormon wek hormona bextewarîyê jî tê binavkirin, geştir û bihêztir dike û ev jî bandora li şehwet û xwesteka zayendî dike. Xwarin û bikaranîna mûskatê, alîkarîya bêxewîyê dike stresê kêm dike.

Mûskat di bedena meriv de bandora detoksê dike, bi her awayî alîkarîya xurtbûn û bihêzbûna bedenê dike. Dibe alîkar ku toksîn û mîkropên ku di bedenê de kom bûne, derkevin der û beden pakij bibe. Mûskat kevirên gurçikê tîne xwarê, davêje der û dibe alîkar ku gurçik û kezeb baştir bixebitin.

Ji alîyê din ve mûskat li hember malzar û hucreyên kanserê (pençeşêrê) wek şervanekî şer dike. Li gor lêkolînan mûskat, bi taybet li hember kansera losemî a zarokan de bandorek erênî dilîze, dike ku malzarên kanserê xwe bi xwe îmha bikin û rê li ber belavbûna malzarên kanserê digire.

Di mûskatê de maddeyên aktîf û çalak yên antî-bakterîyel hene, bakterîyan dikuje, goştê diranan saxlemtir dike, helîtosîs (bêhna devê mirov) dibe. Mûskatê ji mala xwe û ji nav xwarina xwe kêm nekin.

Xendan
Top