Mijdîn: Xweştirîn şeva jiyana min..!
![Mijdîn: Xweştirîn şeva jiyana min..!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/162844Image1.jpg )
Stranbêja kurd a ji Başûrê Kurdistanê, Mijîdn ku niha li Ewropayê dijî, li ser hesaba xwe ya Facebookê nivîsand: “Duh şev xweştirîn şeva jiyana min bû.”
Mijdînê li ser Facebooka xwe nivîsand: “Duh xweştirîn şeva jiyana min bû û min dawî aniye bi pêwedniyeke sernekvtî û seqet û min destpêkek nû ligel kesekî wek xwe û di asta xwe de dest pê kir, ku em her du li Ewropayê mezin bûne û mejî û hizra me gellek nêzîkî hev e.”
Mijdîn bi wê yekê tê naskirin, di vîdeo klîpên ku bo stranên xwe amade dike, bi cilên nîvtazî derdikeve.
Mijdîn di dawî vîdeo klîpa xwe ya bi navê Padaşt de bi cilên nîvtazî derket û li ser wê yekê jî rastî gellek rexneyan hat.
Rudaw