Laday Gaga ya kurdan derket
![Laday Gaga ya kurdan derket](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/155153Image1.jpg )
Şîlan Akçan ji Rûdawê re ragihand: “Ez dilxweş in ku hevalên min ji min re dibêjin, tu wek Leday Gaga ye, lewma min hewl daye ku çend wêneyan bi stîlê wê bigirim û piştre wan wêneyan belav bikim.”
Li gorî ku Şîlan dibêje, ne tenê yek xewna wê heye, dengê wê xweş e û dixwaze di vî warî de jî kar bike, ku di serî de bi rêya bernameya Arab Idol û O Ses Tirkiye dixwaze derbasî nava hunerê bibe. Niha dixwaze karê mankenê bike û piştre bibe stiranbêj.
Şîlan li beşa hunerê li Zanîngeha Silêmaniyê dixwîne û ji niha ve xwe ji rexneya xelkê re amade dike û dibêje: “Ez guh nadim gotinên xelkê û ezê li ser karê xwe berdewam bim.”
Rudaw