• Saturday, 27 July 2024
logo

Keçeke kurd bû şampiyona Almanyayê

Gulan Media August 26, 2015 Corane
Keçeke kurd bû şampiyona Almanyayê
Keça kurd Hemrîn Cafer di boksa jinan de bû şampiyona Almanyayê.

Di 8emîn pêşbirka boksê ji bo şampiyonaja Almanyayê de, ku di navbera 20 û 23yê Tebaxê de li bajarê Almanya Moers birêveçû, bêtirî 80 boksvan tevlî pêşbirkê bûn û Hemrîn Cafera 19 salî di grûpa 48 heta 51 kîlo de bû şampiyona Almanyayê.

Hemrîna ji tîma TV Vreden li hemberî Marie Maciejewski bi 3:0 bi ser ket.

Maciejewskiya ku şeş caran bûye şampiyona Almanyayê û yek ji baştirin boksvana ewropî ye, li hemberî Hemrînê nedikarî tiştekî bike.

Hemrîna ku piştî biserketinê hêstir ji çavên wê barîn, ev yekemîn car bû ku bû şampiyona Almanyayê. Di salên borî de ew gihiştibû asta 3emîn û 2emîniyê.

Hemrîn ji bilî şampiyoniyê, herwiha ji bo teknîka herî baş jî hat xelatkirin. Hemrîn Cafer endama tîma netewî ya Almanyayê ye jî.

Hemrîn Cafer keça nivîskarê kurd Elî Cafer e ku bi eslê xwe ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

Rudaw
Top