• Saturday, 27 July 2024
logo

Li şaciwana kurd gefa “wêneyên tazî” tê xwarin

Gulan Media August 18, 2015 Corane
Li şaciwana kurd gefa “wêneyên tazî” tê xwarin
Şaciwana Instagramê ya kurd Şebnem Baranî dibêje, li ser medyaya civakî hin kes gefan li wê dixwin.


Şaciwana ji Rojhilatê Kurdistanê Şebnem Baranî ji Rûdawêre wiha got: “Ji ber ku min daxwaza hin kesan nehanî cih, bi bernameya photoshopê bi wêneyên min lêhistîne û ez weke rewşeke ne rê de dane nîşandan.

Şebnem Baranî anî ziman derûniya wê têk çûye û wiha domand: “Wan kesên ew wêneyên bi bernameya pshotoshopê hatîn diristkirî ji bo malbata min şandine. Herwiha ji ber vê yekê jî malbata min gefên kuştinê li min dixwe.”

Baranî da zanîn ewê doze li wan kesan veke.

Şebnem Baranî ji bajarê Mehabada Rojahilata Kurdistanê ye û li Norweçê dijî û weke şaciwana Instagramê ya kurd tê nasîn.

Rudaw
Top