Cîgirê Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Îranê hat kuştin
Li gorî ajansa fermî ya Îranê, Cîgirê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Îranê Sefder Rehmetabadî îro (10.11.2013) li Meydana Sebelan a Tehranê, li nav otomobîla xwe de rastî êrişa çekdarî hat.
Li gorî nûçeyê, di bûyerê de Rehmetabadî can da. Hat gotin, fîşek li singê wî û yek jî li serê wî ketiye.
Piştî bûyerê hêzên polîs derdora cihê bûyerê dorpêç kirin.
Heta niha nayê zanîn ka ew berpirsê îranî ji aliyê kî ve hatiye kuştin.
Rudaw