• Saturday, 04 May 2024
logo

Serok Barzanî: Gelê Kurd Hertim Xwedan Helwesta Xweparastinê Bûye Û Li Dijî Şer Kirinê Bûye

Serok Barzanî: Gelê Kurd Hertim Xwedan Helwesta Xweparastinê Bûye Û Li Dijî Şer Kirinê Bûye
Serokê Kurdistanê birêz Mesdû Barzanî di derbarê rewşa dawî ya Îraqê de li ser pêgeha xwe ya li facebookê de peyamek pêşkêşî raya giştî kiriye ku, ev jî tekesta vê ye:

Gelê Kurd Herdem helwestekî xwe ya bergirîkarane hebûye û dijî şer û xwîn rêhtinê bûye, niha jî her heman helwesta xwe heye.

Li gel wê yekê ku xelkê Kurdistanê, çi li şoreşa eylûl yan li pêvajoya Enfal û kîmyabaran kirinê tûşî mezintirîn zulm û karesatan bûn, li gel wê yekê jî li dema raperîna 1991 an de gelek ehlaq û lêborîniyê ve reftaran kir. Li gel wan hemû tawanan jî gelê Kurdistanê berev tolhildanê neçû û tu kardaneweyek jî dijî Ereban nîşan neda. Rênimayiya Barzaniyê Nemir ji bo me herdem ewe bû ku nabê rê bidîn bibê şerê Kurd û Ereb, Kurdistan jî herdem bûye cihê têkoşerên Ereb û hemû xelkê Iraqê.

Xeraptirîn tişt eweye şer bikevê navbera du neteweyan. Mixabinî niha hinek kes bangawaziyê ji bo berpakirina şerê Kurd û Ereb dikin. Ez daxwaz ji gelê Kurdistanê dikim ku nekevin nava vê şaşiyê û daxwaz ji hemû gelê Iraqê dikim dijî vê nehca tirsnak rawestin û ewê vê bangawaziyê dike berpirsiyar dibê beramberî xweda û gel û yasa.
Em şer naxwazîn lê em amadeyne bergrî li gel û wlatê xo bkeyn

Têbînî ev peyam li ser pêgeha Serok Barzanî ya li facebookê de hatiye wergirtin.
Top