Li Stenbolê teqîn: Polîsek mir û 7 kes birîndar bûn
Li gor çapemeniya Tirkiyê di teqîna li navena polîsan a 75. Yil a Sultangazî ya Stenbolê polîs miriye, yek bi giranî û 7 kes jî birîndar bûne. Ji birîndaran jî 4 polîs in.
Tê gotin ku li cihê bûyerê cesedekî parçebûyî yê kesê êrişkar û narincok heye. Li gor agehdariyên despêkê ciwanekî 25 salî êriş pêkaniyî.
Mîdirû ewlekariyê yê Stenbolê Huseyîn Çapkin jî piştî bûyerê daxuyaniyek da û got: "Polîsek miriye û dibe ku hêjmara birîndaran zêde be."
Rudaw