Bibilindkirina alayê Kurdistanê sala xwandinê a 2012-2013 dest pê kir
Merasima destpêkirina sala xwandinê a 2012ê-2013ê, bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê, Îsmet Mihemed Xalid wezîrê perwerdeyê, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê, nûnerê yekêtiya Mamosteyên Kurdistanê û federasiyoba Qutabî û xwendekarên Kurdistanê, li xwendingeha Sabat lîseyê a kiçan hat saz kirin.
Di peyvekê de cêgirê serokê hikûmeta Kurdistanê, pîrozbahî li xwndekar û mamosteyan kir û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi berdewamî piştgiriyê li pirosesa xwandinê û pêşxistina zanistê li herêma Kurdistanê dike û behsa xebatên hikûmetê yên ji bona baştirkirina rewşa xwandinê û avakirina xwnedingehan û dabînkirin apêdawîstiyên xwandinê kir.
Her div ê merasimê de, wezîrê perwerdeyê, waliyê Hewlêrê, federasiyona qutabî û xwendekarên Kurdistanê û serokê Yekêtiya Mamosteyên Kurdistanê peyv pêşkeş kirin û paşî ji aliyê cîgirê serokê hikûmetê, wezîrê perwerdeyê û waliyê Hewlêrê ve zengila destpêkirina sala nû a xwandina hat lêdan.
Li gor wezareta perwerdeyê a hikûmeta Kurdistanê îsal zêdetir ji yek milyon û pênc sed hezar xwendekar li hemû dibistan û lîseyên herêma Kurdistanê hene.
/uploaded/2012/The_beginning_of_the_school_year_2__2012_09_10_h12m47s59__DK.jpg
.