Şandeyeke herêma Kurdistanê li Amerîkayê ye
Şandeya herêma Kurdistanê ku, dê heftiyêke dom bike, dê gelek dîdar û hevdîtinan di sewyeyeke bilind de digel berpris û rayedarên îdareya amerîkî û Qesra Sipî pêk bînin. Şandeya Kurdistnê bi tyabetî dê digel wezareta derve û wezareta bergiriyê û digel hijmareke senatorên Amerîkayê bicive.
Herwesa tê çaverêkirin ku, şandeya herêma Kurdistanê serdana çend senterên lêkolînê û nawendên hizrî û civakî bike û bi wan re rewşa aloza Îraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê behis bikin.
Armanc ji vê serdanö geşkirin û pêşxistina têkeliyên navbera Hewlêr û Waşîngtonê ye û zelalkirina helwest û siyaseta herêma Kurdistanê li hemer pêşhetên hermî ye.