Tugluk: Min li Şemzînanê aşîtî hembêz kir
Tugluk, di mijara rakirina destnedayîniya 9 parlementerên BDPê yên ku li Şemzînanê, di rê birîna gerîlayên PKKê de, bi gerîlayan re helwesteke germ nîşan dabûn û hevdu hembêz kiribûn de got, "min li wira aşîtî hembêz kir."
Aysel Tuglukê wiha daxuyand: "Li kudera cîhanê hevdu hembêzkirin tawan e, ez nizanim lê, tê xuya kirin ku li Turkiyê tawanek nû wê peyda bikin.
Tugluk got: Min li ser navê biratî û aşîtiyê gerîla hembêz kir, min li wir aşîtî hembêz kir, niha Turkiye vê hembzkirinê gengeşe dike, bila li şûna vê, gengeşeyan dikin , çima wan ciwanan çek girtine û çima hilkişiyane çiya gengeşe bikin.
Tugluk dazanîn ku, li wir gerîlayan û me jî peyamên aşîtiyê dan, me li wira pesna şer neda, me peyamên aşîtiyê dan.
Tugluk têkest kir ku, armanca hikûmetê ew e ku, me di siyasetê de bêdeng bike. Lwma em çi bikin, çi gavên demokratîk bavêjin, li gorî hikumetê tawan e.
Tugluk weha berdewam kir, ger parlementer ji meclîsê bêne dûrxistin, ev dê hêviya Kurdan tune bike û Kurd wê berê xwe bidine aliyên hîn radîkal ku ev jî ji bo Turkiyê dê rewşek ne baş be.
Xendan