• Saturday, 04 May 2024
logo

Talebanî li hember ‘bidarvekirina’ Tariq Haşimî nerazîbûn nîşan da

Gulan Media September 11, 2012 Nûçe
Talebanî li hember ‘bidarvekirina’ Tariq Haşimî nerazîbûn nîşan da
Serokomarê Iraqê, Celal Talebanî, ku niha ji ber nexweşiyê li Almanya ye, li hember biryara bidarvekirinê ya li dijî cîgirê serokomarê Iraqê, Tariq Haşimî nerazîbûn nîşan da.

Serokomarê Iraqê, Celal Talebanî, îro di daxuyaniyekê nivîskî de, ku ji aliyê malpera PUKmedia ve hatiye weşandin, helwesta li bara biryara dadgeha Iraqê ya bidarvekirina Tariq Haşimî anî ziman.

Talebanî, diyar kir, Tariq Haşimî, heta niha jî bi fermî cîgirê serokomarê Iraqê ye, lewre ew ji biryara dadgehê nerihet bûye û wiha domand:

“Helbet ev nêrîna nayê wê wateya destwerdana nav karê daraz, ji ber ku baweriya min bi serxwebûna darazê heye. Lê ev biryar dibe sedema aloziya rewşê û çareseriya arîşeyan dûrtir dike.”

Talebanî, got, erka min ew e ku qanûna bingehîn ya welêt biparêzim û nehêlim yekrêziya nav hêz û aliyên siyasî û niştimanî hilbiweşe.

Tê zanîn, dadgeha Iraqê, duh bi tohmeta ku cîgirê serokomarê Iraqê Tariq Haşimî “pişta terorîstan” girtiye, biryara bidarvekirinê li dijî Haşimî dabû.

Cîgirê serokomarê Iraqê, Tariq Haşimî, piştî ku biryara girtina wî ji aliyê dozgeriya Iraqê ve hatibû dayîn, çûbû Turkiyê û penaberiya siyasî li wî welatî wergirtiye.

AKnews
Top