Noşîrvan Mistefa diçe Tirkiyê
Li gor zanyariyên ketine destê Rûdawê, hikûmeta Tirkiyê bi awayekî fermî damezirînerê Tevgera Goran Noşîrvan Mistefa ji bo serdana Enqereyê bike hatiye vexwendin. Berpirsekî bilind ê Tevgera Goran di vê derbarê de anî ziman ku dibe ew serdan berî sersalê bê encamdayîn.
Berpirsê peywendiyên derve yê Tevgera Goran Mihemed Tofîq Rehîm di vê derbarê de got: “Wezareta derve ya Tirkiyê daxwaz kiriye ku Noşîrvan Mistefa serdana Tirkiyê bike.” Mihemed Tofîq derbarê bersiva Tevgera Goran a ji bo Tirkiyê jî got: “Me ji Tirkiyê re got, ne pirsgirêk e. Ser çavan emê serdanê bikin, lê çi dema ku derfet çêbûn. Ango me vexwendin red nekiriye.”
Rudaw