• Saturday, 04 May 2024
logo

Haşimî: Ev biryar ne hiqûqî ye

Gulan Media September 10, 2012 Nûçe
Haşimî: Ev biryar ne hiqûqî ye
Alîkarê Serokomarê Iraqê Tarik El Haşimî yê cezayê dardakirinê lê hatiye birîn, ji Tirkiyê bersiv da. Haşimî diyar kir ku armanca rastîn a biryarê siyasî ye, aliyek wê yê hiqûqî tune.

Alîkarê Serokomarê Iraqê Tarik El Haşimî, li Otêla Swîss a Enqereyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Haşimî diyar kir ku armanca rastîn a biryara dardakirinê, siyasî ye û wiha got: "Armanc, manîplasyona siyasî ye. Aliyê wê yê hiqûqî tune. Ez vê biryarê qebûl nakim. Dadgeha ku ev biryar daye jî, xwedî îhtisas nîne." Haşimî diyar kir ku ev biryar ji bo wî şerefek e û tê wateya masûmiyeta wî. Haşimî, axaftina xwe wiha domand: "Ev biryar, mafdariya min nîşan dide. Bedêlek ku ez beramberî hezkirina ji welatê xwe didim e. Ez amade me ku li pêşberî dadgeheke adilane bêm darizandin. Lê dadgeha ku biryara dardakirinê da, di bin bandora Nurî el Malikî de bû, lewma jî ez nikarim vê biryarê qebûl bikim. Min li gorî xala 55'an a Destûra Bingehîn a Iraqê daxwaza darizandina serbixwe kir, lê ev daxwaza min hat redkirin."

Bang li iraqiyan kir

Haşimî anî ziman ku ev biryar dê li hemberî xizmeta ji bo welatê xwe, nebe asteng û wiha got: "Ez ne bi piştgiriya Malikî, bi piştgiriya bi sedhezaran hilbijêran hatim meqama xwe. Banga min ji bo iraqiyên ku min mafdar dibînin heye. Li hemberî fesadiya malikî bi awayekî 'medenî' bersiv bidin. Çek hilnegirin. Rayagiştî ya navnetewî bila komkujiya li welatê me rawestîne. Welatên cîran jî, bila tevlî karên me yên navxweyî nebin." Haşimî li ser pirsa "Tu dê ji bo penaberiyê serî li Tirkiyê bidî an na?", bersivek wiha da: "Ez li vir mêvan im. Heta ku pirsgirêka min bi awayekî siyasî bê çareserkirin, ez li vir im. Naxwazim bibim barek li ser pişta Tirkiyê. Gelek welat dê malovaniya min bikin."

Rudaw
Top