• Saturday, 04 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Kongreya Niştîmaniya Iraqê kir

Gulan Media September 10, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Kongreya Niştîmaniya Iraqê kir
Duh yekşem 09/09/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Dr. Ehmed Çelebî Serokê Kongreya Niştîmaniya Iraq û Endamê Hevpeymaniya Niştîmanî kir.

Li vê hevdîtinê de, pêvajoya siyasiya îro ya Iraqê li hemû gumanan ve û her wiha ew kêşe û astengên ku rû bi rûyê pêvajoya siyasî û pêwendiya di navbera aliyên cûda cûdayên beşdarvanên siyasî bûne hate nirxandin.

Girîngiya berhevkirina hewlan jî hate dupatkirin ku berev peydakirina çareseriyeke bingehîn ku hevkariya rasteqîne û karê hevbeş ya li birêvebirina welat da mîsoger bike ew jî bi pabendbûna destûr û peyman û karnameyên pêşniyazkiriyan dibe.
Top