DBK li ser çend xalan li hev kir
Li gorî malpera Welatî, DBKê bi amadebûna Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê careke din lihev civiyaye û di vê civînê de li ser bendên peymana Hewlêrê yên ku heta niha nehatine cîbicîkirin gotûbêj kirine û hin biryarên nû wergirtine.
Li gor van biryarên nû; divê sînorê Rojavayê Kurdistanê yê di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de ji aliyê kesên sivîl bi awayekî hevbeş bê parastin ku dê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê hatîn perwerdekirin jî di nava vî karî de bin.
Her wiha yek ji biryarên civîna DBKê, divê li hemû Rojavayê Kurdistanê baregehên DBKê bêne vekirin û divê her dem DBKê li bargeha xwe ya Qamişlo amade bibe da ku karibe ji nêzîk ve pirsgirêkan çareser bike.
Hêjayî gotinê ye, piştî mohrkirina peymana Hewlêrê di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de heta niha hin aliyên van partiyan didin diyarkirin ku peymana Hewlêrê başebaş nehatiye cîbicîkirin.
AKnews