Serokayetiya Herêma Kurdistanê zîncîre teqînên terorîstiyên roja yekşemê şermezar kir
Roja yekşem 09/09/2012 terorîstan zîncîre teqîn û karê terorîstiyê li çend navçeyekî cûda cûdayê Iraq li Kerkûk, Dûzxurmatû, Zummar, Bexda û çend bajar û bajarokên din encamda ku mixabin hejmarek kes şehîd û birîndar bûn.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê gelek bi tundî van karên terorîstî şermezar dike û heman demî de serxweşî û hevxemiya xwe bi malbata şehîd û qurbaniyan radigihîne û hêviya başbûneke lezgînî jî ji bo birîndaran dixwaze.
Ev karên terorîstî nîşana eweye ku terorîstan tevgera xwe berfireh kirine û Hikûmeta Federal jî li şûna wê yekê ku bi girîngiyê ve li ser van kirdaran rawestê û radeyek ji bo wan deyne her mijulî afirandina tengasî li ser tengasiyane ku eve jî wiha kiriye valahiyeke emnî li welat da dirust bibê û grûbên terorîstiyan jî vê valahiyê ji bo encamdana karên xwe yên terorîstî bikartînin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
09/09/2012