• Saturday, 04 May 2024
logo

Di navbera PKK û polîsên Almanya de şer derket

Gulan Media September 9, 2012 Nûçe
Di navbera PKK û polîsên Almanya de şer derket
Li Almanya bajarê Mannheimê duh (08.09.2012) ji bo "Azadkirina Ocalan" serokê PKK festîvalek çêbû.
09 Îlon 2012 Yekşem 12:37

Li gora raporên medyaya Alman di wê festîvalê de nêzîkî 40.000 kes beşdar bû, lê belê medyaya ser bi PKK ve dibêje zêdetirî 100.000 kes, ji gelek welatên Ewropa xelk beşdarî festîvalê bûn, festîvaleke li ser asta Ewropa bû.

Di festîvalê de şer derket. Di şer de nêzîkî 80 polîsan birîndar bûn. Yek ji polîsan giran birîndar e.

Piraniya polîsan bi bi dar, ber, şûşe û êrîşên bi destan birîndar bûn.

Di encama vêxistina agir de, 13 otomobîlên polîsan xerab bûn.

Medyaya Alman dinivisîne ku hevalbendên PKK yên radîkal şerê 600 polîsan kirin ku hatibûn ewlekariya cihê bûyerê.

Weke tê zanîn li Almanya hildana Alên PKK qedexe ne. Alman jî bi şertê ku ew al neyên bilindkirin destûra çêkirina festîvalê didin. Lê belê alîgirn PKK alan bilindkirin, polîs mudaxele dikin, wê demê şer derdikeve û milet êrîşî polîsan dike.

Avestakurd
Top