• Saturday, 04 May 2024
logo

Erdogan ji bo BDP: Ya Qendîl an jî Meclîsa Turkiyê hilbijêrin

Gulan Media September 9, 2012 Nûçe
Erdogan ji bo BDP: Ya Qendîl an jî Meclîsa Turkiyê hilbijêrin
Li gor malpera internethaber, serok wezîrê Turkiye Receb Teyîb Erdogan derbarê hembêzkirina gerîllayên PKK`ê li Şemzînanê ji aliyê parlementerên BDP`ê ve got: Pêwîste hûn (BDP) ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd yan Qendîl an jî parlemana Turkiye ji bo xwe hilbijêrin.

Erdogan eşkere kir ku, bi her awayî çareserkirina arîşeyan, qada siyasî ye, yên ku dixwazin siyast li çiya bikin, fermo bila biçin çiya û terorîstan hembêz bikin, lê wê demê ew nikarin di parlemanê de bi navê gel tekoşînê bikin, eger teokşînê bikin jî tu kes dê rêzê li wan negire.

Erdogan weha pêda çû; eger tu bêje parleman were tekoşînê li parlemanê bike, wê demê emê digel we li ser mêzê rûnin û dest bi danûstanan bikin.

Ji aliyekî din ve, serokê Konseya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK`ê) Murad Karayilan, di mijara hevdu hembêzkirina gerîlla û parlementerên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDPê) ji bo ajansa Firatê gotibû ku: Kurd bi vê kêfxweşbûnê lê vira Tirkiye ye, pêwîste rastiya Turkiyê bigre ber çavan.

Karayilan, bi ajansa Firatê derbarê bûyera hevdu hembêzkirina parlementerên BDPê û gerîllayan got: Helwesta ku parlementerên BDPê nîşan dane, Kurdan bi awakî erênî bûyer pêşwazî lê kirine, lê dema civaka Turkiyê difikirî, tê xuyakirin ku, bûyereke ji bo manîpulekirinê guncaw e,ku mirov rastiya Turkiyê difikire, dibîne ku rewş ne wisa ye.

Karayilan diyar kir ku, BDP`ê hizir dike ku, Tirkiye û civaka Tirkiyê demokrat e. BDP lazime gorî rastiyên Tirkiyê tevbigere.

Karayilan, di derbarê gerîllayên ku rê birîn û di nêvengeke dilsozî de bi parlementeran re helwest nîşan dan jî rexne kir û got, em ji wan gerîllayan jî parastinê dixwazin, pêwîst bû wana hîn ciddî nêzî bûyerê bibûna, lê gerîlla li gorî hestên xwe liviyane.

Xendan
Top