Cezayê darvekirinê li Haşimî hat birîn
Dadgeha bilind a tawanên Iraqê bi awayekî xiyabî (Dema kesê sucdar li dadgehê ne amade be) cezayê darvekirinê li cîgirê serokomarê Iraqê Tariq Haşimî birî. Niha ew ceza neketiye di warê cîbicîkirinê de, lê dikare di demekî kin de bikeve temîzê.
Piştî ku li Iraqê dadgehkirina Haşimî dest pê kir, 9ê Nîsana 2012an çû Tirkiyê. Haşimî bi tometên wekî destê wî di bûyerên terorê yên li Iraqê heye tê gunehbarkirin.
Tariq Haşimî jî van tometan red dike û hikûmeta Nûrî Malikî bi wê yekê gunehbar dike ku zextê li wî dikin.
Rudaw