• Saturday, 04 May 2024
logo

Serokê PYD: Di nav Kurdan de pirsgirêk tine

Gulan Media September 9, 2012 Nûçe
Serokê PYD: Di nav Kurdan de pirsgirêk tine
Serokê PYDê û endamê DBKê Salîh Muslîm, li ser civîna li Hewlêrê a DBKê ku 3 rojan dewam kir û bi dawî bû de, pirsên DÎHA'yê bersivandin. Muslîm anî ziman ku, di nav Kurdan de pirsgirêk tine.

Serokê PYDê (Partiya Yekîtiya Demokratîk) û endamê DBKê (Desteya Bilind a Kurdî) Salîh Mihemmed Muslîm, diyar kir ku, di navbera Kurdan de ti pirsgirêk tine ye.

Bi minasebeta civîna DBKê a li Hewlêrê ku pêk hat û 3 rojan dewam kir, Salîh Muslîm çûbû Kurdistana Başûr û li wira, piştî civînê pirsên DÎHA'yê (Ajansa Nûçeyan a Dîcle) bersivandin.

Muslîm diyar kiriye ku, "di sepandina peyama Hewlêrê a ku 11ê Tirmehê hatibû morkirin de hin qelsî hebûn. Ji ber vê pêdiviya me bi civîneke wisa hebû. Me karibû heman civîn li Qamişloyê jî bikira lê me xwest ku birayên me yên Başûrî jî beşdarî civînê bibin. Me di nav 3 rojan de, qelsiyên di nav xwe de raxistine ber çavan. Di hin mijaran de me encam bidestxist. Ez hêvîdar im ku em ê baştir bixebitin."

Muslîm anî ziman ku, ew bawer nake ku di nav DBKê de pirsgirêk hene, li derveyî DBKê hin hêz dixwazin di nav me de astengiyan derxînin. Di çapemeniyê de jî ev mijar zêde hate rojevê, em ji hember vê eciz bûn. Me ferq kir ku, hin xalên peymana Hewlêrê ji aliyê hin kesan ve bi şaşî hatiye sehkirin. Loma jî me xwest em careke din li ser ew mijarana niqaşê bikin. Gellek xalên peymana Hewlêrê me xiste sepandinê. Mesela, komîte hatin ava kirin.

Desteya Bilind hate damezrandin. Lê di sazkirina komîteyên bajar û herêman de hin qelsîtî hene. Em careke din li ser vê mijarê kûr bûn."

Serokê PYDê Muslîm, diyar kir ku, cara ewile di civînê de li ser mijara alîkariya mirovî sekinîne û niqaş kirine. Derketiye holê ku îro pêdivî bi saziyeke vî rengî heye û wana wê li ser vê bixebitin.

Avestakurd
Top