Îranê li hember Kanadayê berteka nîşan da
Ajansa nûçeyên Fars ya Îranî ragihand ku serokê parlamentoya Îranê serdana xwe bo Kanadayê hilweşand, piştî hikûmeta Kanadî têkeliyên dîplomatîk bi Tehranê re ragirt.
Ajansa Fars roja şemî ragihand ku Elî Larîcanî biryar da ku li kombûneke parlamenterên cîhanê amade nebe, ku biryar e li meha 10 li Kanadayê bê lidarxistin.
Hikûmeta Kanadî roja Înî biryar da ku balyozxaneya xwe li Tehranê bigire û ferman da dîplomatên Îranê ku li Kanadayê nemînin.
Herwiha Serokwezîrê Kanadî got ku Îran Îro gefa herî mezin e bo ser aştî û tenahî ya cîhanê.
AKnews