• Saturday, 04 May 2024
logo

Banga piştgiriya ji bo rojnamevanên kurd ên girtî

Gulan Media September 9, 2012 Nûçe
Banga piştgiriya ji bo rojnamevanên kurd ên girtî
Rûniştina doza piraniya wan xebatkarên DÎHA, rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê û ANF’ê 36 jê girtî, bi giştî 44 rojnamevanan, sibê destpê dike. Rojnamevan û parlamenterên ku ji Rûdawê re axivîn, diyar kirin ku girtina rojnamevanan girêdayî pirsa kurd e.

Rûniştina doza 36 jê girtî, bi giştî 44 rojnamevanan sibê destpê dike. Rûniştina dozê, wê li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk bê û heta 14'ê îlonê berdewam bike. Rojnamevan ji 24’ê kanûna 2011'an ve girtî ne. Di operasyonê de kedkarên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Ajansa Etîkê, Çapxaneya Gûn û kovara Demokratîk Modernîteyê bi tevahî 42 kedkarên çapemeniyê hatibûn binçavkirin. Rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirine, têkiliyên wan ên bi navenda nûçeyan re hatibûn binçavkirin û bi hinceta “endamên Komîteya Çapemeniyê ya KCK’ê ne” hatibûn girtin. Rêxistinên çapemeniyê, saziyên sivîl û partiyên siyasî, wê piştgirî bidin rojnamevanên girtî.

Girtina rojnamevanan astengiya azadî û demokrasiyê ye

Rojnamevan û parlamenterên ku ji Rûdaw re axivîn, diyar kirin ku girtina rojnamevanan girêdayî pirsa kurd e. Rojnamevan û nivîskar Oral Çalişlar diyar kir ku pirsgirêka azadiya çapemeniyê li gorî wî di esasê xwe de wekî pirsgirêkeke li hemberî kurdan derdikeve pêş. Çalişlar ji Rûdawê re wiha got: "Gelek rojnamevanên kurd mixabin ji ber nivîsên xwe girtî ne. Ev jî, hem li ber azadiya çapemeniyê, hem jî di aliyê çareseriya pirsa kurd a di nav demokrasî û azadiya ramanê, astengiyeke mezin e. Hêvîdar im ku demeke zû hempîşeyên me bêne berdan." Çalişlar da zanîn ku ger tenduristiya wî baş be, ew ê jî dozê bişopîne.

Deng û awaza civakê ji destê wan tê girtin

Edîtorê DÎHA'yê Mehmet Alî Ertaş jî bi bîr xist ku ji salên 1990'î heta 2000'an rojnamevanên kurd ên dixwestin rastî derkevin holê, hatine qetilkirin û revandin. Ertaş da zanîn ku zêdetirî 30 hevalên wan hatine qetilkirin û ji Rûdawê re wiha got: "Gelek hevalên me sirgûn bûn. Gelek caran rojname hatin komkirin û sansurkirin. Lê niha piş‏tî hikûmeta AKP'ê, rojnameger tên girtin û bi salan li zindanê tên rizandin. Niha nêzî 100 rojnamegerên kurd girtî ne. Di ‏şexsê rojnamegerên kurd de rastî tê darizandin. Mafê civakê yê ragihandin û zanebûnê tê darizandin. Ronahî û rastî tê darizandin. Mafê civakê fêrbûna rastiyê û geş‏edanên cîhanê ji destê wan tê girtin. Deng û awaza civakê ji destê wan tê girtin. Raman û rastî tê darizandin. Em hêvî dikin ku êdî dê wijdana dadgeran li gorî rastî û edaletê tevbigere û hevalên me bên berdan. Rojnamegerên kurd ên li pey rastiyê, ligel bedêlên giran jî ji rastiyê tu carî tawîz nedan. Ji niha û pê de jî nadin."

Banga piştgiriyê

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak ku salên dirêj wek rojnamevaneke kurd xebat meşandiye jî balkişand ser zextên li ser çapemeniyê. Kişanak ji Rûdawê re wiha got: "Her çiqas dewleta Tirkiyê bêje ez rêveberiyeke demokratîk dimeşînim jî, bi rastî dema em li zextên li ser çapemeniyê binhêrin, dê derkeve holê ku ev ne rêveberiyeke demokratîk. Divê azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyê bê tehlîlkirin. Dewlet di mijara pirsa kurd de metoda bêzarkirin, tunekirin û bişavtinê bikar tîne. Çapemeniya Tirkiyê ya kevneşopî jî di vê hêlê de ezmûneke baş derbas nekiriye. Em li gorî dîrokê binêrin, her tim li gel polîtîkayên fermî yên dewletê cih girtine, piştgirî dane polîtîkayên komkujiyê yên dewletê." Kişanak diyar kir ku digel vê yekê jî hikûmeta AKP'ê ji çapemeniya tirk a kevneşopî ne razî ye û wiha got: "Karbidestên van rojnameyan kom kir, ferman da wan û got hûn dê vê pirsgirêkê nenivîsin. Kesên li rûmeta rojnamevaniyê xwedî derketin jî, rastî gefên hikûmetê hatin. Li Tirkiyê azadiya çapemeniyê evqas kêm e." Kişanak bi bîr xist ku di salên 90'î de Apê Musa (Musa Anter) jî di nav de 26 rojnamevanên kurd hatine qetilkirin û rojnameyên kurdan hatine bombekirin. Kişanak ragihand ku sibê ew jî dê bi tevî parlamenterên din ên partiya xwe beşdarî rûniştina doza rojnamevanan bibe. Kişanak bang li hemû kesan kir ku tevlî vê dozê bibin, di weşanên xwe de cî û piştgirî bidin.

Rudaw
Top