• Saturday, 04 May 2024
logo

Di teqînên li Kerkûkê de 24 kuştî û nêzîkî 200 birîndar hene

Gulan Media September 9, 2012 Nûçe
Di teqînên li Kerkûkê de 24 kuştî û nêzîkî 200 birîndar hene
Di çend teqînên kur îro li bajarê Kerkûkê û bajarokên Dûzxurmatû, Riyaz û Hewêce pêk hatin de, 24 kes hatine kuştin û nêzîkî 200 kesî jî birîndar bûn.

Çavkaniyek ji hêzên ewlekariyê ragihand ku li pêşiya leşkergeha ya Keywan a meşqê, xwekujekî di nav kesên ku navên xwe ji bo polîsê petrolê tomar dikirin, xwe teqand û di encamê de 7 kes hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyê bal kişand ku piştî wê teqînê, li bajarokê Hewîce li rojavayê Kerkûkê otomobîlek li nêzîk benzînxaneya Hewîce teqiya û 2 kes birîndar bûn, pey re bi çend deqeyan li nav bajarokê Hewîce mala efserekî artêşa Iraq hate teqandin, lê ti zirarên canî li pey nebûn.

Çavkaniyê xuya kir ku îro sibehê jî li ser çarrêya nahiyeya Riyaz li rojavayê Kerkûkê, otomobîlek teqiya û bû sedema birîndarbûna 4 kesan.

Ji aliyekî din ve, çavkaniyeke ewlekariyê ji bajarokê Dûzxurmatû ragihand ku îro 2 otomobîl li bahjarokê teqiyan û di encamê 3 kes hatine kuştin û 38 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyeke din a ewlekariya Kerkûkê jî daxuyand ku îro kesekî xwekuj li pêşiya Fermangeha Hewalgiriya Kerkûkê xwe teqnad û pey re teqîneke din jî li heman cihî pêk hat û di encamê de 14 kes hatine kuştin û 90 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê, di teqînên îro yên li parêzgeha Kerkûkê de, 24 kes hatine kuştin û nêzîkî 200 kesî jî birîndar bûn.

AKnews
Top