Hêzên Malikî 500 penaberên Rojava binçav kirin (Hat Nûkirin)
Şeva borî 500 penaberên bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê ku xwestin derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin binçavkirin.
Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê yê Herêma Kurdistanê Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekê de ew nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û wiha got: “Piraniya kesên hatine binçavkirin, jin û zarokin. Herwiha ji bajarê Qamişlo ne.”
Mehmûd Mihemed got: “Emê peywendiyê ligel Herêma Kurdistanê danin û ji bo hewla azadkirina wan penaber bidin.”
Ew penaber li nêzî sînorê Zumar-Rebîe û li cihê ku hêzên pêşmergeyên Kurdistan û artêşa Iraqê bi cih bûne, ji aliyê hêzên Iraqê ve hatine binçavkirin.
Rudaw