Şandekî Herêma Kurdistanê berev Wîlayetên Yekgirtiyên Emerîka birêket
Şanda Kurdistanê li vê serdanê da ku hefteyek didome, çendîn hevdîtin li ser asta bilind encam dide û li gel nûnerên îdareya Emerîkî li Koşka Spî û Hikûmeta Emerîka komdibe, bi taybetî jî li gel her du Wezareta Derve û Bergirî. Her wiha li gel endamên Kongres û Encumena Pîrên Emerîka çendîn hevdîtinan pêktîne.
Her wiha biryare şanda Herêma Kurdistanê serdana çendîn navenda lêkolîniyên hizrî bike û civînan di derbarê hejmarek pirsaên pêwîst bi rewşa siyasiya îro ya Iraq û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêmê saz bike û li hevdîtinan de pêwendiyên di navbera Herêm û dam û dezgehên Hikûmiyên Emerîka bixe berbehs, ji bilî nirxandina pêvajoya giştiya navçeyê.
Li ajandaya vê serdanê da, şanda Herêmê hevdîtin û cîvanan li gel revenda Kurdistanî saz dike ku li Wîlayetên Yekgirtiyên Emerîka dijîn.