Kanada balyozxaneya xwe li Îranê girt
Li gorî nûçeya BBC, wezîrê derve yê Kanada, Can Bird, di daxuyaniyekê de ragihand, balyozxaneya Kanada li Tehranê hat girtin û hemû dîplomatên wî welatî ji Îranê vegeriyane welatê xwe.
Bird, diyar kir, ji ber ku Îran gefa herî mezin li hember ewlehî û aştiya cîhanê ye, hikûmeta Kanada biryar han girtiye û da zanîn, wan ji dîplomatên Îranê yên li Kanada jî xwestine, di heyema 5 rojan de Kanada biterikînin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Ji ber ku Îran, alîkariya rejîma Beşar Esed dike, hertim gefa komkujî û cihûkujiyê li Îsraîl dixwe her wiha mafên mirov binpê dike û alîkariya komên terorîst dike.”
AKnews