Li Kerkûkê Zêdetir ji 72 Welatiyan Bûne Qurbanî
Çavkaniya han diyar kir ku, du maşînin bombekirî li berdem Husêniyeya Mistefa a di nava Bazarê Bajarokê Dûmîzê de hatine teqandin û hevdem li berdem Husêniyeya Îmam Elî de jî bombeyeke wedayî hatiye teqandin û sê bombeyên din di nava Taxên curbicur yên vê Bajarê de hatine teqandin û di encam de 8 welatî canê xwe ji dest dan û 64 welatiyên din jî birîndar bûn û jiber xedar bûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku, hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.
Kurdistantv