• Saturday, 04 May 2024
logo

Iraqiye: Di Vê Pêvajoyê De Qirîza Îraqê Nayê Çareser Kirin

Gulan Media September 8, 2012 Nûçe
Iraqiye: Di Vê Pêvajoyê De Qirîza Îraqê Nayê Çareser Kirin
Endamê lîsteya Îraqiye Hemîd Zubeyî ragihand ku, ez bawer nakim di vê pêvajoyê de qirîza heyî ya li Îraqê û kêşeyên heyî yên di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de çareser bibin.

Çavkanî eşkere kir ku, hinek aliyên hevpar yên di nava prosesa siyasiya Îraqê de wisa difikrin ku, ti armanc û ti niyeteke hevpeymaniya nîştimanî bo çareser kirina kêşeyên hilwastî yên di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de tuneye û dibijên em ne bawerin ku, qirîza heyî ya li Îraqê de di pêvajoya heyî de were çareserkirin.

Kurdistantv
Top