16 welatiyên kurd û 2 ereb li Helebê hatine kuştin
Li gorî nûçeya ANFê, duhî balafirên şer ên Sûriya taxa Şêx Meqsûd bombebaran kirin û di encamê de 16 welatiyên kurd û 2 welatiyên ereb hatine kuştin.
Çavkaniyê bal kişand ku balafirên şer ên rejîma Suriyeyê, di saetên êvarê de derdora Mizgefta Meirûf a taxa Şêx Meqsûd bombebaran kir.
Çavkaniyê aşkere kir ku bi sedema bombebaranê, 45 kes jî birîndar bûn û rewşa 6 kesan ji wan giran e.
ANFê xuya kir ku Ji nav welatiyên kurd ên ku jiyana xwe ji dest dane 14 kes ji Efrînê û 2 ji Kobanê ne.
AKnews