• Saturday, 04 May 2024
logo

Artêşa Tirkiyeyê Dubare quntarên Qendîlê Bordiman Kir

Gulan Media September 7, 2012 Nûçe
Artêşa Tirkiyeyê Dubare quntarên Qendîlê Bordiman Kir
Şeva derbasbûyî careke din Balefirên şer yên Artêşa Tirkiyeyê dest bi bordiman kirina Quntar û Gundên derdora Qendîlê kir.

Şîniyên Deverê eşkere kirin ku, vê carê Balefirên şer yên Tirkiyeyê Gundên Duêlan û çendîn Gundên din yên Deverê bi giranî bordiman kirine.

Di vê derbarê de jî Birêveberê Devera Sengeserê jî ragihand ku, di encama bordimana duhê şev de zererek gelek mezin ketiye welatiyekî Şîniya Deverê yê ku, karê ajeldarî û sewaldarî dike.
Top