• Saturday, 04 May 2024
logo

Hejmara kesên di gemiya li Îzmîrê de bin av bûne bû 61 kes

Gulan Media September 7, 2012 Nûçe
Hejmara kesên di gemiya li Îzmîrê de bin av bûne bû 61 kes
Hat zanîn, hejmara kesên ku di encama binavbûna gemiyeke penaberên Sûriya li parêzgeha Îzmîrê li Tirkiya ye de jiyana xwe ji dest dane gihişte 61 kesî û piraniya wan kurdên Sûriya ne.

Li gorî nûçeya ajansa Anadolê, ew gemî ku penaberên Sûriya, Iraq û Felestînê di nav de bûn, duhî nîvro di ava deriyaçeya Îcê li nêzîkî navçeya Menderes bin av bû.

Li gorî amdarên dawî yên aliyên fermî yên Tirkiya, 61 kes di encama binavbûna wê gemiyê de jiyana xwe ji dest dan û tenê 46 kes rizgar bûn.

Di nav qurbaniyan de, 28 zarok di nav 3 zarokê di nav pêçekê de û her wiha 18 jin hebûn.

Çalakvanên kurd ên Sûriya li ser rûpelên xwe yên Facebookê belav kirine ku praniya qurabniyên di wê gemiyê de jiyana xwe ji dest dane kurd in û xelkê parêzgeha Hesekê ne.

Di nav qurabniyên nêzîkî 12 kesan ji nav malbateke xelkê bajarê Hesekê hene.

AKnews
Top