• Thursday, 09 May 2024
logo

Du Îranî Bi Madeyên Narkotîk Ve Hatin Girtin

Du Îranî Bi Madeyên Narkotîk Ve Hatin Girtin
Duh asayîşa Devera Gerimyanê ragihand ku, du welatiyên Îranî bi hinek madeya narkotîk ( Teryak) û hebin trmadul ve li deriya Sînur ya Perwîz Xanê a di navbera Kurdistan û Îranê de hatine girtin.

Di vê derbarê de Berêveberatiya asayîşa Devera Gerimyanê diyar kir ku, di çarçoweya operasiyonên hêzên asayîşê yên li dijî narkotîkê de evro hêzên han karîne li deriya Sînur ya Perwîz Xanê de du welatiyên Îranî bi hinek Teryak û hebin trmadul ve bigirin.

Birêveberatiya asayîşa gerimyanê navê wan du welatiyên Îranî jî eşkere kir û da zanîn ku, yek ji wan bi navê Tahêr Ebdula Murad Nasirzade di sala 1960dan de ji dayik bûye û pîşeya vî kêrêkariye û ya din jî Hadî Ehmed Muhemed Xanî di sala 1985an de ji dayik bûye û pîşeya vî jî Xwendekarê Zanîngehê ye.

Kurdistantv
Top