• Thursday, 09 May 2024
logo

Esed: Xwezî me firokeya Tirkiyê nexistiban

Esed: Xwezî me firokeya Tirkiyê nexistiban
Serokê Sûriyê Beşar Esed derbarê firokeya Tirkiyê ya ji aliyê Sûriyê ve hatî xistin axivî û got: “Xwezî me ne xistiban.”

Nûnerê rojnameya Cumhuriyê yê Enqereyê Utku Çakırozer li Sûriyê ligel Beşar Esed civiya. Esed li ser pirsa Çakırozer a we çima balefira bê çek xist, got: “Wê balefirê korîdora ku timî balafirên Îsraîlê bikardianî, bikaranîbû. Ji ber radarên me ne dîtibûn û zanyarî nedabûn, ji aliyê leşkeran ve hatibû xistin. Me piştre zanî ya Tirkiyê ye.”

Esed diyar kir ku ger me firoke li qada navneteweyî xistiban, wê demê em ji lêborînê ne direviyan û wiha pêdeçû: “Ez sedî sed dibêjim, xwezî me ne xistiban.”

Beşar Esed diyar kir ku piştî li Tirkiyê serfermandar hat guhertin, hikûmetê peywendiyên ligel me qedexe kir û got: “Di destê me ji bo demên lezgîn, telefona fermandarekî Tirk jî nîne. Ger peywendî nehatiban qûtkirin, bêyî pirsgirêk mezin bibûya, me wê pirsgirêk çareser kiriban.”

Esed metna hevpar a ji hevdîtinên li Cenevreyê jî nirxand û got: “Li hemberî biryarên gelê Sûriyê rêzdarî heye. Ew jî ji bo min bes e.”

Serokê Sûriyê Beşar Esed di dawiya axaftinên xwe de got: “Ger min kursî fikirîban, minê fermanên Emerîkayê anîban cih. Ezê di pêşiya peto-dolar de meşiyabam. Ya herî giring jî minê destûr daban ku li welatê min mertalê fûzeyan avakiriban.”

Rudaw
Top