• Thursday, 09 May 2024
logo

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mîrê Îzdîyan û Serokê civata Ruhaniya Îzdiyan kir

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mîrê Îzdîyan û Serokê civata Ruhaniya Îzdiyan kir
Duh birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mîrê Îzdiyên Kurdistanê û Serokê civata Ruhaniya Îzdiyan Mîr Tehsîn Beg kir.

Di hevdîtineke de Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Cejna Çarşeme Sûrê li Mîr Tehsîn Beg pîroz kir û bi rêya vî jî ev Cejna han li tevahiya Îzdiyan Kurdistanê pîroz kir.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Mîr Tehsîn Beg jî bi minasebeta destbikar bûna Kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê pîrozbayiyên Îzdiyên Kurdistanê pêşkêşî Serokwezîr kir û hêviya serkeftinê ji Hikûmeta nû re xwest.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de çend daxwaz û kêşeyên Îzdî û Deverên Îzdiyan jî hatin nîqaşkirin û Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê jî amade bûna Hikûmeta Kurdistanê bo cîhbicîh kirina wan daxwazan diyar kir.
Top