• Thursday, 09 May 2024
logo

Li Qada Tahrîrê herî kêm 20 kes hatin kuştin

Li Qada Tahrîrê herî kêm 20 kes hatin kuştin
Wezareta Tenduristiyê ya Misirê ragihand ku di encama pevçûnên di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlekariyêd e li paytext Qahîreyê rû dan de herî kêm 20 kes jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê ragihand ku di encama pevçûnan de herî kêm 110 kes rakirine nexweşxaneyê.

Li Misirê bi hezaran kesên ku li hemberî hewldana bihêzkirina artêşê têdikoşin, piştî bûyerên dijwar ên di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê de, careke din Qada Tahrîrê ya paytext Qahîreyê bi dest xistin.

Bi sedan polîs û leşker bi boneya girseya gel a li Qada Tahrîrê belav bikin, bi copan êrişê girseyê kirin. Di encama pevçûnê de herî kêm 20 kes jiyana xwe ji dest dan.

Lê piştî wê bi qasî demjimêrekê, xwepêşandêran careke din daketin Qada Tahrîrê û qadê xistin bin çavdêriya xwe.

Hate diyarkirin ku pevçûnên li qadê berdewam dikin û birîndar hene. Xwepêşandanên ku bi daxwaza Konseya Bilind a Leşkerî rêveberiya welêt radestê sivîlan bike, sê roj in li gelemperiya welêt belav bûne.

ANF
Top